Selîm Berekat, yek ji navdartirîn nivîskarê Kurd yê Erebînivîs e. Ew "Yaşar Kemalê edebiyata Ereban" yan jî wek "mirovê ku hevsarê zimanê Erebî di destê xwe de digire" dihête nasîn. Berhemên wî herçiqas bi Erebî hatibine nivîsîn jî bingeh û xîmên berhemên wî tarîxa Kurdan e. Berekat berhemên xwe digel hişmendiyeke mêjûyî dinivîse û tarîx û çanda Kurdan bi zewqeke edebî vedibêje û pêşkêşê xwendevanê xwe dike. Nivîskar, di romana xwe ya sêyemîn Perikê de digel rojên ciwaniya xwe yên giran, hestên ...