Pirsa Kurd, li Tirkiyê 'maka hemû pirsgirêkan' e. Herwiha pirsa Kurd, ne tenê Tirkî, pirsgirêka cografyayeke berfireh e. Ev pirsgirêk jî di bingeha xwe de meseleyeke zimanî ye. Loma divê ji bo pêşdebirin, dewlemendkirin û belavbûna zimanê Kurdî herkes ji hêla xwe ve hewl bide. Xebateke wisa di heman demê de ji bo çareseriya pirsa Kurd jî piştgiriyek e. Bêguman, serkêşên misyoneke bi vî rengî lazim e Kurd bin. Lêbelê kesên ku dixwazin pirsa Kurd bi rêyên demokratik bigihê çareseriyeke mayinde jî ...