Hüseyin Su, bi hemû kitêbên xwe, dinyaya çîroka xwe hêr diçê dixemilîne, dewlemend dike. Bi vê kitêba xwe ya "Her Roj Ji Emir Diçe" jî, li pey bedewîyên roj bi roj winda dibin, dewlemendîyên manewî yên ji esmîn diherikin diçin, pêvçûnên tund yên di navbera nifşan de pêk tên, bandora neyînî ya li ser malbat û şexsan ya "nûtîyê", hîsên paqij û saf yên zarokatîyê diçe; van hemû tiştan bi tercîha şêweyeke hostatî û bi hûrbînîya psîkolojîkeke kûr tevlî çîrokan dike.
Hüseyin Su, di çîrokên ...